Ciwan Haco - Şevên Lal Lyrics


Ciwan Haco - Şevên Lal Lyrics

Min bibe bihuşta dilê xwe,

Deriyê dilê min ê kilîtkirî bişikîne,

Ez lal dibim li hember te.

Şev jî lal dibe li ba te,

Sêwiyê li ber deriyê dilê te,

Têr nebûm ji lêva te.

 

Heyv tu yî, roj ez im,

Dicemidim, zivistan im bê te.

 

Şev sar in bê awirê dilê te,

Di nava şevên veşartî de,

Bêriya kenê te dikim,

Gava tu ji dilê min çûyî

Pêtên agirê dilê te diman,

Di nava hestên veşartî de,

bêriya melodiya dilê te dikim.

 

Heyv tu yî, roj ez im,

dicemidim, zivistan im bê te.

 

Her nefeseke ez digirim,

Dineqişînim bi herfên zêrîn navê te.

No comments:

Gigi D'Agostino- Bla Bla Bla Lyrics

 Gigi D'Agostino Bla Bla Bla Lyrics  Ab ab thin wha-been Ab been thin wha-been Been been thin, wha-been Ab wha two been thin, wha-been A...